Şandeya Rêveberiya Xweser û YPJ’ê li Îtalyayê ye

Şandeya Rêveberiya Xweser û YPJ’ê li Îtalyayê ye.
Piştî endamên parlamentoyê, herî dawî li gel Şaredariya Mezin a Romayê re civiya.
Berpirsên Şaredariyê got ku dê hevkariyê şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûrî bikin.

Di wê hevdîtinê de, şandeya Bakur û Rojhilatê Sûrî diyar kir ku piştgiriya navneteweyî bo wan kêm e û xwest ku Îtalya û welatên din destekê bidin wan.

Şande bi Şaredariya Romayê re civiya

Her wekî bal kişand ser ziyanên ku êrişên dagirkeriya Tirkiyê ên gihandine binesaziyê û bang li şaredariya Romayê û şaredariyên din ên Îtalyayê kir ku serdana herêmê bikin da ku rastiya li ser erdê bibînin.

Şaredariya Roma: Em ê bi Şaredariyên Rojava re kar bikin

Berpirsên Îtalî jî da zanîn ku Şaredariya Romayê amade ye bi şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûrî re hevkariyê bike û cihê xwe di sererastkirina deverên wekî av û kanalîzsayonê de bigire.

Berî vê hevdîtinê jî, şande li gel parlamenter û endamên senetoya Îtalyayê civiya bû û soz hatibû dayîn ku dê bo naskirina Rêveberiya Xweser bixebitin.

Li Îtalya hevdîtnên şandeya Rêveberiya Xweser

Back to top button