Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Riham Hico, Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen diyarkir ku wê jinên şangelê bi rihê 8’ê adarê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û Şengaleke Xweser têkoşîna xwe bidomînin.
Her wiha Zeynep Celaliyan bi nameyekê 8’ê pîroz kir û got:
“Wateyeke taybet a 8’ê Adara îsal heye.
Hem li Rojhilatê Kurdistanê, hem li Îranê û hem li cîhanê jinan bi vîneke bilind li ber xwe didin û ber bi ronahî dimeşin.”
Bi boneya vê rojê, Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Riham Hico hin nirxandin kirin.
Riham Hico: Bi saya fikrê Rêber Apo me xwe naskir
Riham Hico, anî ziman ku wan bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo êdî xwe nas kirine û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha axivî:
“Beriya fermanê jin û civaka me xwestin vê rojê pîroz bikin lê PDK’ê nehişt û rê nedida ev roj li Şengalê were pîrozkirin.
Lê îro her jineke Êzidî bi saya fikrê Rêber Apo têkoşîna xwe nas kiriye û vê rojê weke roja xwe dibîne, pîroz dike..”
Riham Hico: Em ê di 8’ê Adarê de pêngavek li dijî tundiyê ragihînin
Berdevka TAJÊ Riham Hico ragihand ku ew ê di 8’ê Adarê de pêngavek bi navê ‘li dijî qirkina jinan bibe dengê xweparastinê’ bidin destpêkirin û ev tişt got:
“Em ê vê pêngavê bi Armanca pêşîgirtina li ber qirkirin û tundiya li dijî jinê bidin destpêkirin û ji raya giştî re parve bikin.”
Riham Hesen: Hemû rojên Adarê rojên jinan e
Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen jî, balkişand li ser 8’ê adarê û ev nirxandin kir:
“Hemû rojên meha Adarê rojên jinan e, rojên têkoşîn û berxwedanê ne.
Em vê têkoşîna xwe diyarî şehîdan, Rêbertî û dîlên di destê DAIŞ’ê de dikin.
Wê ev têkoşîna me dewam bike, heya azadiya wan jinan û avakirina Şengaleke Xweser û Demokratîk pêk were.”
Girtiya Siyasî Zeyneb Celaliyan: Şoreşa Jin jiyan azadî rêya me ronî dike
Her wiha Girtiya jin a siyasî Zeyneb Celaliyan a ku 17 sal in di zindanên Îranê de ye, bi boneya 8’ê adarê nameyek ji girtîgehê şand.
Zeyneb Celaliyan 8’ê Adarê li hemû jinan pîrozkir û wiha got:
“Em rastî dijwarî û zehmetiyan tên, lê belê em ê berdewam bin heta ku serkeftin tê bidestxistin.
Hem li Rojhilatê Kurdistanê hem jî li Îranê jinan bi şoreşa Jin Jiyan azadî li cîhanê bû vîn, û ber bi ronahî û wekheviyê ve dimeşin.
Lewma girîngiyeke taybet a 8’ê Adara îsal heye. Ji ber ku saleke tijî berxwedan e.”
Zeyneb Celaliyan di dawiya nameya xwe de anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe bidomîne ta azadiya Rêber Apo û dîlgirtiyan bê bidestxistin.