Rûsya li rojhilatê Donbasê nêzî armanca xwe bûye

Li rojhilatê Ukrayna, artêşa Rûsya gav bi gav digihêje armanca xwe.
Piştî êrişa bi moşekan a li dijî paytexta Ukrayna Kîev û bajarê Xarkovê bertek derket.
Serokomarê Ukrayna Zelensky îdia kir ku ew kesên ev moşke bikar anîn wê werin cezakirin.
Hemwextî vê, piştî 104 salan cara yekeme ku Rûsya nikara deynê xwe yê ji derve bide.

Êrişên Rûsya yên li dijî xaka Ukrayna di meha xwe ya 5’an de ye.

Di wextekî lîderên welatên cîhanê li ser rewşa heyî dicivin de, Moskow raste rast Kîevê dike armanca êrişên xwe.

Di di wextekî ku lîderên welatên G7 li Almanya dicîviyan de, Moskow bi moşekan êrişî Kîevê kir.

Di êrişa li dijî avahiyeke 9 qat pêk hate de, 5 kes birîdar bûn.

Hemwextî Kîevê, bajarekî din yê herî mezin yê Ukrayna di armanca êrişan de bû.

Artêşa Rûsya bajarê Xarkov jî bi moşekan kir armanc.

Zelensky: Yên êriş pêk anîn wê werin cezakirin

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky li dijî êrişê bertekên tund nîşan da û got,

Mîmarên ku ev mûşek çêkirin û yên bikar anîn wê werin cezakirin.

Artêşa Rûsya bajarê Severodonetsk kontrol kir

Êrişa li dijî Kîevê piştî serkeftina hêzên Rûsya li bajarê Severo-donetsk ya li rojhilatê welat pêk hat.

Piştî şer û dorpêça çend hefteyan Rûsya karî herêmê kontrol bike.

Rûsya niha hema hema hemû parêzgeha Lûhanskê kontrol dike.

Her wiha beşek ji herêma rojhilatê Donbasê ku Moskow hewl dide bi giştî kontrol bike.

Ukraynayê ragihand ku hêzên Rûsyayê bajarê Lysychansk ê cîranê Severodonetsk li rojhilatê herêma Lûhanskê bi temamî kontrol kiriye.

Moskow îdia kir ku nêzî 2,000 leşkerên Ukraynayê yên li herêmê dorpêç kirine.

Her çiqasî Rûsya li ser xaka Ukrayna serketinê bidest dixe jî li di warê aboriyê de rojên zehmet derbas dike.

Piştî 104 salan Rûsya di dayîna deynê xwe de zehmetiyan dibîne

Ajansa Reuters’ê ragihand ku Rûsya careke din ji bo dayîna faîza 40 milyar dolarî ku dike 100 mîlyon dolar zehmetiyê dikişîne.

Ev deynê ku divê Moskow 27 Gulanê daban, mehek hatibû dirêjkirin.

Dema hatî dirêj kirin îro diqede.

Piştî 104 salan yekem car Rûsya di dayîna deynê xwe de zehmetiyan dibîne.

Rûsyayê di sala 1918’an de nekarî deynê xwe yê dawî yê derve bide.

Serokê komunîst Vladimir Lenîn red kiribû ku deynên ji împaratoriya Rûsyayê mane bide.

Rûsya piştî êrişa li dijî Ukrayna despê kir, di qada navnetewî de cezayên tund li ser hetin ferzkirin.

Van cezayna hikumeta Moskow ya di warê dayîna cezayên xwe de xistiye nava zehmetiyan.

Back to top button