Artêşa Rûsyayê hewl dide bajarê Donbass kontrol bike

Îro ji Ukranyayê agahiyên şer û êrişan hatin belavkirin. Artêşa Rûsyayê ya bi dijwarî herêmên Rojhilatê Ukranyayê bombardiman kir, hewl dide bajarê Donbass kontrol bike.

Di wextekî de ku piştgiriya NATO û welatên Rojava ji bo Ukraynayê zêde dibe, Rûsya jî plan dike ku beşeke mezin bixe bin serweriya xwe.

Vê sibê li Rojhilatê welat êriş zêde bûn.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan gelek navendên li rojhilat bombardiman kirin.

Li gorî wezaretê, armanc ji van êrişan, şidandina dorpêçkirina bajarê Donbassê û paşî kontrolkirina wê ye.

Wezareta Rûsyayê wekî din diyar kir ku li derdora bajarê Aziumê, hewldana êrişê ya hêzên Ukranyan hate şikandin..

Di rewşa heyî de bajarê Azium di bin kontrola hêzên Rûs de ye..

Li aliyê din NATO’ê eşkere kir ku ew ê piştgikriya leşkerî ji bo Ukraynayê zêde bikin..

Back to top button