Ajansa Hawarê ragihand ku, bombeyeke çandî li Dêra Zorê teqiya û di encamê de, zarokekî 15 salî şehîd û 2 sivîl jî birîndar bûn.
Li gorî heman ajansê, duh êvarî li bajarokê Zîban ê girêdayî herêma Bisêra li gundewarên Rojhilatê Dêra Zorê, vê teqînê rû daye.
Her wiha da zanîn ku herdu birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin rakirin.
Hêzên Asayîşê jî ketin tevgerê û dest bi lêpirsînê kir.
https://youtu.be/e9ICNVSq-TY



