Zelensky bo lîderên G7 carke din banga piştevaniyê kir

Welatên aboriya wan herî baş yên cîhandê ku bi G7 tên naskirin, ji bo lewazkirina Rûsya her tiştî dikin.
Lîderên G7 ev du rojin li Almanya di nava civînê de ne.
Di cîvîna îro de, Serokomarê Ukrayna Zelensky beşdar bû careke din daxwaza çekên parastina asmanî kir.
Tê çavrê kirin ku lîder sozên piştevaniya Ukrayna bidin û welatên DYA jî çekên parastina asmanî bişîne.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bi rêya dîmen beşdarî lûtkeya lîderên G7 bû û careke din banga dayîna çekan kir.

Lûtkeya Lîderên G7 li Koşka Elmau ya li eyaleta Bavyer ya Almanya pêk tê.

Di roja duyemîn ya lûtkeyê de, Zelensky ji serokên DYA, Brîtanya, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya û Japonyayê xwest ku zêdetir çekan bidin welatê wî.

Serokomarê Ukrayna bi taybet çekên pergalên parastina hewayî xwest.

Zelensky bang li serokên welatên G7 kir ku cezayên zêdetir li dijî Rûsyayê pêk bînin.

Di nava axaftinên Zelensky de, derxistina berhema genim ya welat bo derve jî hebû.

Di vê navberê de, êrişa Rûsya ya li dijî Ukrayna 124 roj jî li pey xwe hişt.

Şerê Ukraynayê û bandorên wê li ser xwarin, ewlekariya enerjî û aboriya cîhanê ji mijarên girîng ên roja duyemîn a Lûtkeya Lîderên G7 in.

Biryar e ku serokên G7 îro di rûniştina pêncemîn de, li ser berhênanê ji bo pêşerojek çêtir di avhewa, enerjî û tenduristiyê de gotûbêj bikin.

Piştre di rûniştina şeşemîn de wê “ewlehiya xwarinê ya cîhanî, wekheviya zayendî” bê nîqaşkirin.

Di vê rûniştinê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres wê bi rêya vîdyoyê bi lîderan re “krîza xwarinê ya cîhanî” biaxive.

Tê pêşdîtin ku lîderên G7 dawiya civînê sozên bo piştevaniya Ukrayna bidin.

DYA jî sîstema parastina asmanî bû wî welatî bişîne.

Di her fersendê de lîderên van welatan dibêjin ew ê heta dawiya şer piştevaniya rêveberiya Kîevê bikin.

Dema ev yek di civîna lîderan de tê nîqaşkirin, li derve xwezaparêz di nava çalakiyan de bûn.

Back to top button