Rêber Apo: Ji bihara jinan û azadiya jinan re hezar silav

Ji Bihara Jinan û Azadiya Jinan Re Hezar Silav…Ew gotina Rêber Apo ye.
Rêber Apo di nirxandinê xwe yê ji bo 8’ê Adarê de ji bo me jinan wiha dibêje: “Ez bi hiş û dile xwe nêzî jinê bûm.
Nêzîkatiya min ya li hember jinê bi giştî li ser esasê azadiyê ye.”

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî Rêber Apo di hevdîtîn, parêzname û dahurandinê xwe de 8’ê adarê dinirxîne û dibêje:

Ji Bihara Jinan û Azadiya Jinan Re Hezar Silav

Ez 8’ê Adara tevahiya jinan pîroz dikim, slav û hezkirinên xwe radigihînim.

Bi vê rasthatinê re, dikarim bi 8’ê Adarê ve girêdayî, vana bidim xuyakirin:

Ramanên min ên di derbarê jinê de pir cûda ne û pir nû ne.

Heya tekoşîna azadiya jinê neyê biserxistin, wê tekoşîna sosyalîzmê, tekoşîna demokrasî û azadiyê nikaribe bigihîje serkeftinê.

Xebatên min yên ji bo azadiya jinê tên zanîn. Nêzîkatiya min ya li hemberî pirsgirêka jinê tê zanîn.

Ez bi hiş û dile xwe nêzî jinê bûm. Nêzîkatiya min ya li hember jinê bi giştî li ser esasê azadiyê ye.

Ji bo ew di alî fikr û raman, siyasî û felsefî de azad bibin min kedek mezin da.

Rêber Apo di domdariya nirxandinê xwe de dibêje azadiya jin azadiya civakê ye û wiha didomîne:

“Azadiya jinê azadiya civakê ye. Jin azad be civak jî azad dibe.

Di feraseta min de ev heye. Jin azadiya xwe pêk bîne wê civak jî azad bibe.

Azadî divê teqez hebe. Azadî rewşa mêjî û rih e. Min her tim ji jinan re digot: “Ger azadiyê dixwazin bila wisa nêzî min bibin û ger hez dikin jî bila wisa hez bikin”

Ez ji bo hemû jinan vê dibêjim:

Ji bo ji bêdengiya 5 hezar salî xilas bibin divê xwe pêş bixînin xebatên girîng bimeşînin.

Divê pir bixebitin xwe rêxistin bikin. Divê di mijara azadiya jinê de zayendperestî neyê kirin.

Divê min baş fêm bikin. zayendperestî bi qasî netewperestî û fikrên din bi xetere.

Jin û keçên ku dibêjin em girêdayê te ne hene. Ger ku girêdayê min bin û di riya azadiyê de bin divê şoreşa siyasî û zîhniyetê ya jinan pêk bînin.

Bi tena serê xwe azadiya zayendê têr nake. Ev mijarek baweriyê ye. Azadiya jinê wisa ne hêsane.

Ez ji bo azadiya wan têdikoşim. Jin gelek binirxin. Em kurên wan, destgirtî û hezkiriyên wan in.

Ev ne bedenî ye, girêdayîneke rihî û fikrî ye. Di vir de girêdayîna rih girîng e.

Ez di esasa azadiya jinê de jiyam û ez ê bijîm. ”

Rêber Apo bi wan gotinan nirxandînê xwe bi dawî dike:

“Ez hewldana xwe ya ji bo azadiya jinê didomînin. Wek stêrkvejîna we silav dikim.

Jin teminata rast a serkeftina demokrasiyê ye.

Bawer dikim ku jin wê 8’ê Adarê bikin serhildaneke biheybet.

Wê mîtîngên 8’ê Adarê bikin. Ez 8’ê Adarê pîroz dikim.

Ji bo hemû kesên ji bo min hewl didin spas dikim, xebatên wan de serkeftinê dixwazim.

Ji her kesî re silav û rêzdariyên xwe dişînim.”

Ji Îmraliyê ji bo jinan

Back to top button