Li Iraqê 2 teqînan rû dan…herî kêm 35 kes hatin kuştin

Îro li paytexta Iraqê Bexdayê du êrîşên xwekuj pêk hatin di encamê de, 35 kes mirin û zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn.

Li Iraqê vê sibehê 2 teqînên xwekuj ên hemwext li navenda Bexdaya paytext pêk hatin.

Teqîna yekem li bazara cilan li navenda paytextê bi kembera teqîner û ya duyemîn li nezî navçeya El-Bab El-Şerqî rû dan.

Li gorî bîlançoya dawî, di encama her du êrişên xwekujî de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 35 kesan û ya birîndaran jî ji 100 kesan zêdetire.

Li gorî nûçeya Kanala Erebiye Hedes, piştî teqînên di saetên sibehê de li Bexdayê rû dan, berpirsê îstixbarata devera Resafe, alîkarê fermandarê operasyonên Bexda yê ji bo karûbarê Resafe, Fermandarê Firqeya Yek a Polîsên Federal û rêveberê polîsên beşa lezgîn a Bexdayê ji wezîfeyê hatin girtin.

Piştî 18 mehan yekem car bû li Bexdayê teqînên xwekujiyê rû dan, ji ber vê yekê di nava welatiyên bajêr de tirsek mezin çêkir.

Back to top button