Rapora Konseya Ewropayê li ser azadiya xwe îfade kirinê

Tirkiye yek ji 46 welatên endamên Konseya Ewropayê ye.
Konseya Ewropayê ji ber binpêkirina azadiya îfadeyê ya li Tirkiyê hişyariyek da.
Konseyê bi taybetî ji xetereya xwe-sansûra rojnamevanan a ji ber rêveberiya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi fikar e.

Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê Dunja Mijatovic têkildarî azadiya îfadeyê û medyayê axivî.

Dunja Mijatovic destnîşan kir ku rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û civaka sivîl “di nava zordestî û zextên qanûnî yên sîstematîk ên dijminane de” xebatên xwe dimeşînin.

Mijatovic anî ziman ku xirabûna azadiya îfadeyê rê li ber gelek binpêkirinên mafên mirovan vekiriye û gihîştiye astên pir metirsîdar.

Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê Dunja Mijatovic got:

“Ziyana li azadiya çapemenî û îfadeyê dibe sedema birînên kûrtir û xwe-sansûra rojnamevan û çapemeniya serbixwe.”

“Li tirkiyê azadiya xwe îfadekirinê di xeterî de ye”

Dunja Mijatovic a ku peywira wê di 1’ê Nîsanê de bi dawî dibe, bal kişand ser “zexta domdar û hevgirtî” ya “bêdengkirina dengên rexnegir” ên rojnamevan û parêzeran.

Seroka Konseya Ewropayê ya Boşnakî Mijatovic, li ser sînordarkirina azadiyê jî “Zexta polîsan a hovane”, “girtina komî” û darizandina xwepêşandanên aştiyane, xemgîniya xwe anî ziman.

Komîser bi taybetî ji ber qedexekirina xwepêşandanên jin, LGBT û aktîvîstên hawirdorê nêrînên xwe anî ziman û wiha got:

“Bi taybetî cihê xemgîniyê ye ku meşa ku li Stenbolê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bê lidarxistin, 8 sal in qedexe ye.”

Dunja Mijatovic ji ber nebûna serbixwebûna dadweriyê “xeterek hebûnî li ser serweriya qanûnê” dibîne.

Dunja Mijatovic bang li Enqereyê kir ku girtiyên wijdanê serbest berde, qanûnên xwe yên sînordar binirxîne û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih bîne.

Back to top button