Keştiya şer ya Amerîkayê ji Kendava Taywanê re derbas bû

Keştiya şer ya Amerîkayê ji kendava Taywanê re derbas bû.
Çînê ku Taywanê weke beşeke bingehîn a xaka xwe dibîne nerazîbûn nîşanî derbasbûna keştiyê da.

Roja ku Kongreya Neteweyî ya Gelan li Çînê destpê kir, Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ragihand ku keştiyeke şer a Amerîkî Kendava Taywanê derbas kiriye û li deriyê teng ê ku grava xweser ji xaka Çînî vediqetîne rêwîtiyeke rûtîn pêk aniye.

Li gorî daxuyaniya Fîloya Heftemîn, destroyera ÛSS John Fînn di Geliyê Taywanê de ji herêmeke dûrî qada peravî ya dewletekê derbas bûye.

Pekîn, ku Taywanê weke beşeke bingehîn a xaka xwe dibîne, di salên dawî de zexta xwe ya leşkerî û siyasî ya li ser Taîpeî zêde kir û dema keştiyên şer ên biyanî di bin navê “azadiya hatin û çûyînê” de herêmê derbas dikin, nerazîbûnên tund raber dike.

Keştiyên Amerîkî salên dirêj di navbera Derya Çînê ya Başûr û Rojhilat de ji Kendava Taywanê re derbas dibin.

Çîn ji ber derbasbûna keştiya Amerîkî nerazîbûn nîşan da

Di rastiyê de, ji bo ku teqez bikin ku ev her du herêm rêyên avê yên navneteweyî ne, çûn û hatina xwe zêde kirine.

Wezaretê Parastinê ya Taywanê, ragihand ku di dema derbasbûna keştiya şer a Amerîkayê de wan ‘tevgera qada derya û hewayî’ şopandin e.

Pekîn ê ku dest ji gefa bikaranîna hêza li dijî gravê berneda, “xapandina medyayê” ya bi derbasbûna keştiya şer a Amerîkayê re derketiye holê şermezar kir û anî ziman ku hêzên deryayî û hewayî yên Çînê heta dawiyê keştî şopandine.

Berdevkê leşkerî yê Çînê Şhi Yî daxuyanî da û got,

“Yekîneyên li qadê her tim di pozîsyonek amade de ne ku di her demê de bersivê bidin hemû gef û provokasyonan.”

Back to top button