Arif Balî: PDKê hişmendiya dewleta Tirk dimeşîne

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Arif Balî û Cîgerê Hevserokatiya Meclisê Izet Hemo dest nîşan kir ku siyaseta PDK’ê li ser hesabê gelê kurd tê meşandin û dikeve bin xizmeta berjewen diyên Tirkiyê.

PDKê ji 12ê Kanûnê ve hêzên leşkerî tevî çekên giran sewqî li ser sînorê Rojava kirin.

Bi wê re jî zêdetirî 40 nuqteyên leşkerî, 3 navendên sereke ava kirin, li gel wê jî nuqteyên xwe xurt kirin û nixumandin.

13 vê mehê jî, hêzên PDKê li Amêdiyê êrîşî gerîlayan kir, di encamê de 3 gerîla birîndar bûn.

Derbarê mijarê de, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Arif Balî siyaseta PDK’ê ya li dijî xeta berxwedanê û hewldana têkbirina destkeftiyên gelê Kurd rexne kir.

Arif Balî diyar kir ku PDK’ê hişmendiya dewleta Tirk dimeşîe û hevaltiya dijminê gelê Kurd dike.

Izet Hemo: PDK’ê li ser hisabê civaka Şengalê peyamanan mohr dike

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Malbatên Şehîdan şaxê herêma Firatê Izet Hemo jî, anî ziman ku PDK’ê li ser hesabê civaka Şengalê peyman mohr dike, da ku bi desteka dewleta Tirk Rêveberiya Xweser a Şengalê têk bibe, ev jî bi êrîşa li ser gerîla eşkere bû.

Back to top button