Bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzîdxanê, çalakiya konvedanê ya şêniyên Şengalê li dijî peymana PDK- Bexda, di roja 20’an de dewam dike.
Şêniyên Şengalê bi koman serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ji bo çalakiyan diyar dikin.
Endama Tevgera Jinên Ciwan Xezal Xeyro têkildarî çalakiya destekdayîna Asayişa Êzidxan, tekez kir ew ê heta dawiyê çalakiya xwe berdewam bikin.