KCK: Li meydanên 1’ê gulanê dengê xwe li dijî dagirkeriyê bilind bikin

Bi boneya Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê peyamek weşand.
Hevserokatiyê bang li herkesî kir ku li meydanên 1’ê Gulanê dengê xwe li dijî dagirkeriya AKP-MHP’ê bilind bikin.

Têkildarî Cejna Karkeran, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da.

Hevserokatiyê 1’ê Gulanê weke roja yekîtî, hevkarî û têkoşînê binav kir û got:

“1’ê Gulanê beşeke bingehîn e ji têkoşîna li dijî mêtingeriyê.

Ev taybetmendî jî di encama berxwedaneke mezin de hatiye bidestxistin.

Ji ber vê çendê 1’ê Gulanê ne tenê roja daxwazkirina hin mafên jiyanî ye.

Ew roja bilindkirina têkoşîna li dijî zilam û faşîzmê ye.

Di vî warî beşê civakê yê herî zêde wateya 1’ê Gulanê dizane, karker, jin û gelên bindest in.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber; diyar kir ku yek ji sedemên sereke yên derketina PKK’ê hêrsa li dijî mêtingeriyê bû û wiha dewam kir:

Rêber Apo ji ber dilsoziya xwe ya li gel wekhevî, azadî û sosyalîzmê, PKK’ê ava kir.

Lewma di wextekî de ku gelê Kurd li ber tinebûnê bû, PKK’ê şerê mêtingerî û qirkirinê kir.

Bê goman, PKK’ê di vî şerî de ne tenê ji bo gelê Kurd têkoşiya, PKK’ê di berdêla azadiya mirovahiyê de berdêlênm giran dan.

Mînaka vê ya herî dawî jî têkoşîna PKK’ê ya li dijî DAIŞ’ê bû.

Bi têkbirina DAIŞ’ê re, PKK’ê careke din li nirxê gelan xwedî derket.

Ji ber van taybetmendiyan, PKK’ê û gelê Kurd îro bi êrişên herî dijwar ên faşîzma AKP-MHP’ê re rû bi rû ne.

Faşîzma ji bo qirkirina gelê Kurd, dest bi êrişên dagirkeriyê kiriye.

Û armanc ew e ku destketiyên gelê Kurd bi temamî ji holê rake.

Li hemberî vê faşîzma qirker, divê li meydanên 1’ê Gulanê dengê li dijî dagirkeriyê bilind bibe.

Back to top button