KCK: Bêdengî û xemsarî tê wateya hevkariya bi komkujiyan re

Dagirkeriya Tirkiyê di vê heftê de 5 caran li başûrê Kurdistan êrişên hewayî pêk anî û di van êrişan de zarok jî di nav de 4 welatiyên sivîl şehîd bûn.
Li ser vê mijarê KCK’ê êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlan bi tundî şermezar kir û bang li gelê Kurd û dostan kir ku bêdengiya PDK, hikûmeta Iraqê û dewlet, saziyên navneteweyî şermezar bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

KCK’ê bal kişand êrîşên dawî li ser başûrê Kurdistanê û ev tişt anî ziman:

“Tenê vê hefteya dawî li Başûrê Kurdistanê di êrîşên bi balafirên keşfê de gelek mirovên me hatin qetilkirin.

Lê belê ne hikumeta Başûrê Kurdistanê ne jî dewleta Iraqê li hemberî vê yekê nerazîbûnê nîşan didin.

Di serî de hikumeta Başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê divê li ber van êrîşan rabin û pêşî li êrîşan bigirin.

Bêdengî û xemsarî tê wateya hevkariya bi komkujî û êrîşên dewleta Tirk re.”

KCK anî ziman bi qasî hikumeta başûrê Kurdistanê rêxistin û partiyên Kurdan jî ji vê rewşê berpirsyarin, bang li wan kir ku divê bikevin nava liv û tevgerê helwestê nîşan bidin.

“Saziyên Navneteweyî divê nebin hevkarê komkujiyan”

KCK’ê têkîldarî bêdengiya dewlet û saziyên navneteweyî jî diyar kir ku li hemberî van êrîşên dewleta Tirk a dagirker nerazîbûnê nîşan nadin û got:

“Dewleta Tirk a mêtinger qirker di serî de li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê li her derê êrişên welatiyan dike komkujiyan pêktîne.

Em careke din bang li dewletan û saziyên navneteweyî dikin ku dest ji vê helwesta xwe berdin ku nebin şirîkê êrîş û komkujiyên dewleta Tirk.”

KCK: Divê helwesteke xurt bê nîşandan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a qirker bi zanebûn rastiyan berovajî dike ku mîna ev êrîş li dijî PKK’ê ne û ev bang kir:

“Xayinên ku ji bo berjewendî û serwetê bi dewleta Tirk re tevdigerin, bi nêzîkatiyeke bi vî rengî hewl didin xiyaneta xwe veşêrin.

Êrîşên dawî yên li Başûrê Kurdistanê careke din raxist pêş çavan ku armanca dewleta Tirk tunekirina hebûna Kurdan e.

Li hemberî vê yekê girîng e welatparêz, saziyên demokratîk, rewşenbîr û hunermendên Kurd helwesteke xurt nîşan bidin.”

Li Çemankê êrişa hewayî-Kesekî jiyana xwe ji dest da û yek birîndar bû

Pênciwênê-Dewleta Tirk a qirker wesayîtek bombebaran kir 3 welatî şehîd bûn

Balafireke dewleta Tirk li navçeya Dukan a Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir

 

Back to top button