Şervan Derwîş: Me di nava 7 salan de gavên mezin avêtin

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş bi boneya salvegera Minbicê axivî.
Şervan Derwîş da zanîn ku bi hevgirtina şervan û şêniyan li Minbicê êrîş hatin pûç kirin û got:
Şêniyên Minbicê îsbat kirin ku xwedî îrade ne û li kêleka hêzên xwe yên leşkerî disekinin.

Salvegera rizgarkirina Bajarê Minbicê nêz dibe.

Bi boneya rojê Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş nirxandin kirin.

“7 sal derbas bûn ku bi destkeftiyan dagirtî bûn, Me di nava van salan de gavên mezin avêtin.”

Şervan Derwîş bi van gotinan behsa salvegera 7.a rizgarkirina MInbicê kir.

Derwîş bal kişand ser asta sûcên ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî şêniyên Minbicê dikirin û got:

“Ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî şêniyan, qêrîna şêniyan a ji bo rizgarkirinê bilind bû.

Li ser vê yekê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriya Demokratîk ji vê qêrînê re bûn bersiv.”

“Li gel dengê daholên şer destkeftî hatin bidestxistin”

Derwîş anî ziman ku pêvajoya rizgarkirina Minbicê ne hêsan û ev li axaftinên xwe zêde kir:

“Gefên êrişên hewayî her tim hebûn. Dirêjahiya xeta eniyan dihatin hedefkirin.

Di van salan de dengê şer li derdora Minbicê kêm nebûye. Li gel dengê daholên şer jî destkeftî hatin bidestxistin.

Şêniyên Minbicê îsbat kir ku xwedî îrade ne û li kêleka hêzên xwe yên leşkerî disekinin.”

“Ji bilî xurtkirina têkoşînê tu rê li pêşiya me tune ne”

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê banga xurtkirina têkoşînê li şêniyan kir û got:

“Nameya me ji şêniyan re ew e ku têkoşînê bi hêztir bikin.

Rêya li pêşiya me hîna dirêj e, dijmin bi rêya debarê û qutkirina avê şerê gelê me dike.

Ji ber vê yekê ji bilî xebata hevpar, hevgirtin, xurtkirina têkoşîn û rêxistinê tu rêyên din li pêşiya me tune ne.

Back to top button