Welatiyên Tebqa êşa qutbûna ava vexwarinê dikşînin

Ji ber birîna ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk ve rêjeya ava çem û golan kêm bûye.
Di encamê de pompeyên ava vexwarinê ji xizmetê derketine.
Yekîneya Avê ya Tebqayê wek çareseriyên lezgîn bi rêya stêran ava vexwarinê ji welatiyan re peyda dike.

Hevserokê Yekîneya Avê Hemûd El Şêx li ser rewşa dînamoyên avê axivî û got:

Ji dema dewleta Tirk ava çemê Firatê biriye, rêjeya avê kêm bûye û ev agahî da:

“Me tedbîr girtin û me dînamo guhartin da ku ava vexwarinê ji welatiyan re peyda bikin.

Lê ruxmî wê jî 9 dînamo ji xizmetê derketin.”

El Şêx eşkere kir ku Dewleta Tirk rêz ji tu peymanên navneteweyî re negirtin.

Av weke belgeyeke zxtê li dijî herêmê bi kar anî.

Ger ev yek dewam kir wê kerasetek mirovî bi xwe re bîne.

Back to top button