Tevgera Çand û Hunerê, Kevana Zêrîn û Komîteya Şilêr ji bo bîranîna salvegera yekemîn a şehîdxistina 5 zarokan di êrişa dewleta Tirk li ser dibistaneke gundê Şemoka yê Til Temirê çalakiyeke hunerî bi navnîşan “Rojên Şanoya Zarokan” li dar xist.
Çalakî li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo hate li dar xistin.
Di çalakiyê de, koma Girbawî, Kevana Zêrîn û Şilêr berhemên xwe pêşandan.
Dûre koma Kulîlkên Rojava stran pêşandan.
Çalakî bi belavkirina diyariyan li zarokan bi dawî bû.