YRD rojnemevan Karwan Hormanî bi bîr anî

YRD’ê rojnamevan Karawan Hormanî bi bîr anî û got: “Şehadeta hevrêyê me Ji bo Çapemeniya Azad, xisareke mezin e.
Hevrê Karwan Horamî li ser rêya şehîdan, bû yek ji rêwiyên heqîqetê.”

Yekitiya Ragihandina Demokratîk (YRD) ji ber şehadeta rojnamevan Karwan Horamî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YRD’ê di daxwiyaniyê de ev yek got:

“Hevrê Karwan Horamî jî yek ji wan ciwanan bû ku sala 2008’an tevlî nava refên gerîla bû.

Ji destpêka tevlîbûnê ve di qadên cuda yên Çapemeniya Azad de dest bi kar û têkoşînê kir.

Bi hestê berpirsyarî û hevrêtî tevlî nava kar bû.

Ti demê sedemên tenduristî yên xwe nexist pêşiya erkên xwe.

Bi ruhê şoreşgerî yê Apoyî zêdetirî 15 salan temenê xwe ji bo gelê xwe feda kir.

Beşek mezin a temenê xwe di karê ragihandinê de derbas kir.”

Yekitiya Ragihandina Demokratîk da zanîn ku Karwan li ser rêya şehîdan bû yek ji rêwiyên heqîqetê.

Li ser rêya Mazlûm Dogan, Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan, Denîz Firat meşiya.

Şehadeta hevrêyê me Karwan di demeke welê de xisareke mezin e.

Yekitiya Ragihandina Demokratîk YRD’ê dawiyê ev yek got:

Ji bo parastina ew nirxên ku şehîdan ragihandî em soza xwe dubare dikin.

Ala têkoşînê em ê bilind bikin.

Çapemeniya Azad bikin deng û rengê azadîxwazan.”

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Karwan Horamî bi bîr anî

Back to top button