Li Mexmurê serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ hat silavkirin

Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê yekemîn salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ hat silav kirin.

Jinên wargehê li Parka 4’ê Nîsanê kom bûn.

Di kesayeta Jîna Emînî de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kudistanê bi bîr anîn .

Li vir daxwiyaniyek hat dayîn û hat gotin:

“Ger ev şoreş bi pêşengiya jinan destpê nekiriba, ewqas belav nedibû.

Ji ber ku jin pêşenga civakê ye, rengê jiyanê ye.

Lewma dema ku bi pêşengiya jinan serhildan çêbû, her kesî di nava şoreşê de cihê xwe girt.”

Jinên Wargehê di dawiya daxuyaniyê de soza bilindkirina têkoşînê dan .

Jinan destnîşan kirin ku armanca wan a sereke di salvegera yekemîn ya şoreşê de xurtkirina rêxistinbûn û yekitiya jinane.

Li herêmê Jîna Emînî bi çalakiyên cûr be cûr hate bibîranîn

Back to top button