Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got:
“Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin.”
Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Hena Meşel got:
Dagirkeriya Tirkiyê bi girankirina tecrîdê ve tevahî peymanên navneteweyî û mirovî minpê dike.
Li hemberî kiryarên dewleta Tirk cîhan bi bêdengiya xwe hevkariya vê komployê dike.
Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em berxwedan û têkoşînê mezin bikin.”
Endama meclisê Şehed El Elî jî destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê ji komploya navneteweyî sûdê werdigre .
Şehed diyar kir ku pêdivî bi hevgirtin û girêdana bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve heye.