3 girtiyan li girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin

Li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê 3 girtiyan ji ber binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Zextên faşîzma AKP’ê ya li ser civakê di girtîgehan de jî xwe dide der.

Tirkiye ku weke zindanekê lê hatiye, vê carê li girtîgehan rewş girantir bûye.

Huseyîn Bag yê piştî qedexeya derketina kolanan a li Navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, 26’ê Gulana 2016’an li gel 17 jê zarok 70 kesan hatin binçavkirin û girtin, bi rêya malbata xwe diyar kir ku 3 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Huseyîn Bag ê li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê bi xwişka xwe re axivî û bal kişand ser binpekirina mafan.

Bag anî ziman ku ji bo balê bikişînin ser binpêkirina mafan û van binpêkirinan şermezar bikin dest bi greva birçîbûnê kirine.

Bag xwest daxwazên wan pêk bînin û her kes hestiyar tev bigerin.

Back to top button