Bi boneya 1’ê Gulanê cejina Karkeran, TEV-DEM’ê jî peyam da û cejin li tevahî karker û kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.
TEV-DEM’ê piştrast kir ku bi berxwedan û têkoşîna karkerên herêmê wê teror were têkbirin û tevahî herêmên dagirkirî werin rizgarkirinn.
Bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) peyamek da.
TEV-DEM’ê di serî de cejna hemû karker û kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.
TEV-DEM’ê anî ziman karker û kedkar beşê herî mezin ê civakî yê berxwedêr e û yê herî fedekar li cîhanê ye.
Di daxuyaniyê de TEV-DEM`ê bal kişand li ser siyasetên li dijî karkeran, li vir îşaret bi dewleta Tirk kir û wiha got:
“Di serî de dewleta Tirk , gelek welat îdia dikin ku ew parastina mafên karker û kedkaran dikin.
Dewleta Tirk a dagirker ku li hemberî karkeran siyasetên qirêj dimeşîne, bi rêya binçavkirinan di girtîgehan de wan dikuje.
Bi rêya siyaseta şerê taybet, li ser gelê herêmê siyaseta qirkirin û tunekirinê dimeşîne.”
Li ser rola karkeran di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî TEV-DEM’ê wiha anî ziman:
“Tevî beşên din ên civakê, karkeran di şoreşa îradeya gelan de roleke nimûneyî ya girîng lîst.
Ruxmî hemû êş û zehmetiyan jî ruhekî tijî îrade, ked û têkoşîn da û destanên lehengiyê nivîsandin.
Jinên kedkar û têkoşer jî bi awayekî çalak beşdarî hemû qadan bûn û civakê diparêzin.
Dawiya peyama xwe, TEV-DEM piştrast kir ku bexwedan û têkoşîna karekeran wê li herêmê teror were têkbirin û û tevahî herêmên dagirkirî werin rizgarkirin.
PYD û Kongra Star 1’ê Gulanê pîroz kirin
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)ê jî bi heman armancê peyamek pîrozbahiyê weşand.
PYD’ê, têkoşîna karkeran û gelan a ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa silav kir.
Kongra Star jî 1’ê Gulanê li rêber Abdullah Ocalan, gerîla û karkeran pîroz kir.
Kongra Star işaret bi berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk kir û got:
“Em wek kedkarên azadiya jinan, wê têkoşîna xwe bilind bikin û piştgiriyê bidin gerîla.
Ji bo azadiya Rêbertî û azadiya jinan li ber xwe daye.”