HPG: 17 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Li Herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Heftenînê berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dagirkeriyê dewam dike û derbên giran li dagirkeran tên xistin.HPG’ê diyar kir di çarçoveya pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de 17 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsanê ve li dijî başûrê Kurdistanê dewam dikin. Gerîlayên HPG’ê li herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Heftenînê bi çalakiyên bi bandor derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirker û çalakiyên gerîla de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriyê dewam dikin û ev agahî parve kir,

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 30’yê Nîsanê li herêma Zapê dagirkerek, 1’ê Gulanê li Avaşînê 5 dagirker, 2’yê Gulanê li Avaşînê 3 dagirker û 1’ê Gulanê li Zapê 4 dagirker hatin kuştin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de jî 1’ê Gulanê li Heftenînê 4 dagirker hatin kuştin.”

HPG’ê diyar kir di 29’ê Nîsanê di encama berxwedana li dijî dagirkeran a li herêma Zapê gerîlayên bi navên Delal û Viyan şehîd bûne.

HPG’ê ji malbatên gerîla û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û diyar kir ewê bîranîna wan bi serketinê tacîdar bikin.

HPG’ê diyar kir êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

HPG’ê ragihand 29’ê Nîsanê balafirên şer qada Kolît a herêma Xakurkê, 30’yê Nîsanê qada Derarê a herêma Metîna, 1’ê Gulanê girê Zendûra, qadên Kesta û Derarê a herêma Metîna, 1’ê Gulanê qada Aris-Faris a herêma Zapê, 1’ê Gulanê qada Sinînê a herêma Xakurkê û 2’yê Gulanê girê Zendûra a herêma Metînayê bombebaran kirine.

Back to top button