Tirkiyê dixwaze tola têkçûna DAIŞ`ê ji Kobanê hilîne

Derbarê Doza Kobanê de Rêveberiya Xweser a herêma Firatê bang li dadgeha Ewropayê kir ku ji Tirkiyê bixwezin pabendî biryarên ku dadgehên Ewropayê derxistine be.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya herêma Firatê daxuyaniyek da raya giştî û tê de sûcên AKP`ê yên li dijî endamên HDP`ê şermezar kirin.

Endamên saziyên sivîl ên herêma Firatê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Rêveberiya Xweser ya herêma Firatê bang li dadgeha Ewropayê, rêxstinên mafên mirovan kir ku careke din ji Tirkiyê bixwezin pabendî biryarên ku dadgehên Ewropayê derxistine be û edalet pêk were.

Back to top button