Li Mozambîkê di mehekî de 100 hezar kes koçber bûn

Li herêma Cabo Delgado ya Mozambîkê ji sala 2017’an vir ve êrîşên terorî didomin.
Ji ber van êrîşan xelkê heremê neçar dimînin dest ji cîh û warên xwe berdin.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) derbarê vê yekê de daxuyanî da.
Li gor daxuyaniya IOM’ê di mehekî de 100 hezar kes koçber bûne.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) li herêma Cabo Delgado di navbera 8’ê Sibatê û 3’ê Adarê de nêzî 100 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok in, koçber bûne.

Di navbera dîrokên navborî de 103 êrîş li Çiyûre, Macomîa û Mecûfî hatin kirin.

Li aliyê din pêdiviya lezgîn bi xwarin û stargehê ji bo sivîlên ku neçar man malên xwe biterikînin zêde bû.

Li Cabo Delgado, ku gaza xwezayî û metalên giranbuha lê hene, şîrketa enerjiyê ya Fransî Total tesîseke gaza sirûştî ava dike.

Total a ku ji ber pirsgirêkên ewlehiyê xebatên xwe rawestand, ragihand ku dema ewlehî were temînkirin dê operasyon ji nû ve dest pê bikin.

Ji sala 2017’an vir ve êrîş didomin

Li herêma Cabo Delgado ya Mozambîkê ji sala 2017’an vir ve di êrîşên rêxistina terorê Ensar’us Sunna ya li dijî sivîlan de nêzî 4 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran kes jî koçber bûn.

Piştî ku rêxistinê nuqteyên stratejîk ên herêmê bi dest xist, çeteyên biyanî û mîsyona Civaka Pêşketina Afrîkaya Başûr (SADC) li dijî terorê dest bi têkoşînê kirin.

Di çarçoveya mîsyona Civaka Pêşketina Afrîkaya Başûr-SADC de, bi sedan leşkerên ji Angola, Botswana, Komara Demokratîk a Kongo, Lesoto, Malawî, Afrîkaya Başûr, Tanzanya û Zambiya li welêt dixebitin.

Ruanda jî bi yekîneyên xwe yên taybet piştgirîya têkoşîna li dijî terorê dike.

Back to top button