Hizbullah li dijî armancên Îsraîlê 11 êrîş pêk anî

Hizbullahê ragihand ku ji başûrê Lubnanê ve 11 êrîş li herêma sînorî ya Îsraîlê hatine kirin.
Her wiha hat ragihandin ku 2 tankên bi tîpa Merkava yên li çeperên leşkerên Îsraîlê yên li ser sînor bi cih bûne jî hatine hedefgirtin.
Balafirên şer ên Îsraîlê jî êrîşên asmanî yên berfireh di nav de parêzgeha Nebatiye li ser 4 navçe li başûrê Lubnanê pêk anîn.

Hizbullahê ragihand ku ji başûrê Lubnanê ve 11 êrîş bi çekên cuda li dijî çeper û cihên leşkerî yên li herêma sînorî ya Îsraîlê hatine kirin.

Hizbullahê der barê êrîşên ku di 24 saetên dawîn da ji axa Libnanê li dijî Îsraîlê hatin kirin de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber êrîşa li dijî bajaroka Hula ya li başûrê Lubnanê ku di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan moşekên Katyûşa li dijî baregehên Kiryat Şmona û Kifar Blum ên Îsraîlê hatin avêtin.

Her wiha hat ragihandin ku 2 tankên bi tîpa Merkava yên li çeperên leşkerên Îsraîlê yên li ser sînor bi cih bûne jî hatine hedefgirtin.

Radyoya artêşa Îsraîlê ragihand ku 30 moşek ji Lubnanê ber bi Kiryat Şmona ve hatine avêtin û 10 moşek jî ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatine xistin.

Li dijî başûrê Lubnanê êrîşên zêde ya Îsraîlê

Duh, balafirên şer ên Îsraîlê êrîşên asmanî yên berfireh di nav de parêzgeha Nebatiye li ser 4 navçe li başûrê Lubnanê pêk anîn.

Di êrîşan de li bajaroka Hula herî kêm 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek xanî hilweşiyan.

Balafirên şer her wiha li herêmên Sîdon, Zehranî û Nebatiye benda deng şikandin û li esmanê gelek herêmên başûrê Lubnanê bi bilindahiyeke gelekî nizim firiyane.

Lubnan: Îsraîl navendeke tenduristiyê bombebaran kir

Back to top button