Ukrayna pêşdeçûna Rûsya li avdîkayê da rawestandin

Artêşa Ukraynayê ragihand ku pêşdeçûna Rûsyayê li Avdîka ya rojhilatê welêt rawestandiye.
Li aliyê din Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku wan du herêmên leşkerî yên nû li hember berfirehkirina NATO û avakirina potansiyela leşkerî li ser sînorên Rûsyayê ava kirine.

Artêşa Ukraynayê ragihand ku pêşdeçûna Rûsyayê li Avdîka ya rojhilatê welêt rawestandiye.

Berdevkê artêşa Ukraynayê Dmitro Likovî anî ziman ku hêzên Rûsî tevî ku 2 gund xistine bin kontrola xwe pêşdeçûna wan a nêzî Avdîkayê hatiye rawestandin.

Rayedarê Ukranî diyar kir ku li heremê herî kêm 30 êrîş hatiye raporkirin, ev hejmar li nêzî Avdîkayê 20 êrîş in û got:

“Hêzên me li ber xwe didin. Dijmin hewldanek mezin raber dike lê belê nikare bi pêş ve biçe.”

Rûsya li dijî firehbûna NATO’yê 2 heremên leşkerî ava kir

Her wiha Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku wan du herêmên leşkerî yên nû li hember berfirehkirina NATO û avakirina potansiyela leşkerî li ser sînorên Rûsyayê ava kirine.

Şoygu bi bîr xist ku NATO’yê li nêzî sînorên Rûsyayê potansiyela leşkerî ava kiriye û wiha got:

“Ji bo xurtkirina komên leşkerî yên li bakur-rojava û rojavayê stratejik me gav avêtin.

Di hêzên çekdarî de bi taybetî heremên leşkerî ya Leningrad û Moskow 2 yekîneyên heremî ya stratejîk û bi taybet hat avakirin.”

Zelenskiy: Behra Reş êdî ji bo Rûsya ne bi ewle ye

Serokdewletê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy diyar kir ku li Deryaya Reş cihekî ewle ji bo hêzên Rûsyayê nemaye û herwiha li esmanan jî cîhekî ewle namîne.

Zelenskiy di axaftina xwe de wiha got:

“Ez îro spasiya hemû leşkerên me û hemû yekîneyên me dikim ku hem li esmanê Ukraynayê û hem jî li Deryaya Reş ewlehî û kontrolê vegerandin.

Ukraynayê îspat kir ku em dikarin çi bikin û hêzê me dikare çi bike.”

Ukrayna keştiyeke girêdayî Rûsyayê kir armanc

Back to top button