Serokkomarê Hungarya endamtiya Swêd a NATO’yê îmze kir

Endamtiya Swêd a NATO’yê li parlamentoya Hungaryayê bi dengên zêde hatibû erêkirin.
Tamas Sulyok a serokkomarê nû yê Hungaryayê, bi erka xwe yê yekem endamtiya Swêd a NATO’yê erê kir.

Serokkomarê Hungaryayê Tamas Sulyok pêşnûmeya endamtiya Swêdê ya NATO’yê îmze kir.

Di daxuyaniya ofîsa serokkomariyê de hat destnîşankirin pêşiya Swêdê vebû ku bibe endamê 32’yan a tifaqê.

Tê payîn belgeyên beşdarbûnê li Waşîngtonê bê şandin û tiştên mayî bi lez werin temamkirin.

Wezîrê Parastina Swêdê Pal Jonson li Stockholmê daxuyaniyê da û got:

“Ew di radeya dawî de pêşketinekî erenî ye.

Ev biryar dê Swêdê bi ewle bike û NATO’yê jî pir bihêz bike”

Hikumeta Serokwezîrê Hungaryayê Viktor Orban cara yekem protokola ku derbasbûna Swêdê ya NATO’yê di Tîrmeha 2022’yan de pêşkeş kir.

Lê belê ji ber muxalefeta parlamenterên partiya desthilatdar mijar di parlamentoyê de xitimî.

Serokê berê yê Dadgeha Destûra Bingehîn a Hungaryayê Tamas Sulyok dema bû Serokkomar erka xwe yê yekem bû erêkirina endamtiya Swêdê ya NATO’yê.

Back to top button