Neteweyên Yekbûyî: Divê ji bo Haîtî gaveke lezgîn bê avêtin

Li Haîtîyê di encama êrîşên çeteyan de 3 hezar û 600 girtî reviyan.
Rewşa Awerte hat ragihandin.
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric diyar kir ku Guterres bang li hikumeta Haîtî û aktorên din ên siyasî kir ku bi lez bigihin lihevkirinekê û ji bo avakirina saziyên demokratîk pêvajoya siyasî pêş bixin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres diyar kir ku ew ji ber rewşa ewlehiyê ya li Haîtîyê ku bi lez û bez xirab dibe bi fikar in û xwest gavên lezgîn bên avêtin.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric derbarê mijarê de daxuyanî da.

Dujarric anî ziman ku Guterres banga demildest tevgerê kir û destnîşan kir ku divê mîsyona ewlekariya pirneteweyî ya li Haîtîyê ji aliyê aborî ve were piştgirî kirin.

Çeteyên çekdar di 2 û 3’ê Adarê de li dijî 2 girtîgehên li nêzî paytexta Haîtî Portau Prince û herêma Croix des Bouquets êrîşên çekdarî pêk anîn û bi hêzên ewlekariyê re pevçûn derket.

Di pevçûnan de nêzî 4 hezar girtî ji girtîgehê reviyan û 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Haîtîyê 3600 girtî reviyan: Rewşa awerte hat ragihandin

Back to top button