Li hemberî gef û êrîşên dagirkeriyê û planên li dijî Şengalê, îro li Şengalê meşeke girseyî tê lidarxistin.
Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê-MXDŞ’ê bang li tevahiyan Êzidî, Ereb û dostan kir ku tev li meşê bibin.
MXDŞ’ê got:
“Em ê di vê meşê de yekîtiya xwe, peymana xwe, soz û baweriya xwe nîşanî tevahiya cîhanê bidin.
Divê sibe ti kes li malên xwe nemînin û ji bo şehîdan û hilanîna tola wan, beşdarî meşa rûmetê bibin”.
Tê payîn, meşa navbirî saet 3yê piştî nîvro li navenda Şengalê li dar bikeve.