Ciwanên welatparêzên Kurdistan konferansa xwe ya 4’emîn pêk anî

Komeleya Gencanî Welatparêzî Kurdistan Konferansa xwe ya 4’emîn li dar xistin.

Konferans li bajarê Kerkûkê bi beşdariya 200 endaman hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtina ji bo giyanên şehîdan ciwan di konferansê de axivîn û diyarkirin ku dewleta Tirk ya dagirker bi van êrîşan dixweze gelê kurd di qirkirinekê derbas bike.

Piştî bi dawîkirina axaftinan rapora xebatê ya 2 salan a Komeleya Gencanî Welatparêzî Kurdistan hat xwendin.

Piştî xwendina raporê, nirxandinên girêdayî rewşa siyasî hatin kirin.

Hevseroka Tevgera Azadî got:

”Hêzên hegomonîk û herêmî hewl didin projeyên li gorî berjewendiyên xwe pêk bînin.

Lê heta niha tu hêzekê rêyên çareseriyê nîşan nedane.

Tenê projeya Konfederalîzma Demokratîk ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd û gelên herêmê pêşkêş kiriye, rêya çareseriyê ye.”

Konferans bi encamnameyeke û hilbijartina 15 endamên ji bo Desteya Rêveber a Komeleya Gencanî Welatparêzî Kurdistan bi dawî bû.

Back to top button