BERXWEDANA LEYLA GUVEN KET ROJA 82’AN

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan dayî despêkirin di roja 82 an de ye.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe di 8’ê mijdarê de dest pê kir.

Leyla Guven piştî ji girtîgehê derket li mala xwe çalakiya xwe didomîne.

Guven bi riya çapemeniyê peyamek da û got:

Daxwaza min ya rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan daxwaza bi milyonan kesî ye.

Doh Guven bi riya SKYPî nêzî 15 deqan bi çalagerên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê re axivî û diyar kir ku bi van çalakiyên greva birçîbûnê me ruhê 14’ê Tîrmehê ji nû ve zindî kir.

Her wiha çalakiya berxwerdan li zindanan ku girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê di 16’ê Kanûnê de dest pê kiriye di roja 43’yan de didome.

Leave a Reply

Back to top button