Danûstandinên li ser pêkanîna agirbestê ya li Xezayê

Di rojeva cîhanê de pêkanîna agirbesta ji bo Xezayê û berdana dîl girtiyan heye.
Tê payîn ku beriya destpêkirina remezanê lihevkirin pêk were.
Hemasê ragihand ku Îsraîl ji şertên pêkanîna agirbestê direve.
Libnanê jî eşkere kir, dibe ku beriya remezanê peyman pêk were.

Ev demeke di asta navnetewî de hevdîtin tên kirin û bang tên kirin ku beriya destpêkirina remezanê li Xezayê agirbest pêk were û dîl girtî bên berdan.

Li ser vê mijarê li Parîs, Qahîre û Dewhayê civîn hatin lidarxistin.

Herî dawî du roj berê li paytexta Misirê Qahîreyê danûstandin hatin kirin lê encam jê derneket.

Duh jî Amerîkayê careke din bang li Hemasê kir ku şertên pêkanîna agirbestê qebûl bike.

Li gorî çapemeniya Îsraîlê jî rêveberiya Îsraîlê daxwaza agirbestê û berdana dîl girtiyan ji Hemasê re ragihandiye û li benda bersivê ye.

Hemas: Îsraîl ji şertên pêkanîna agirbestê direve

Hemasê ragihand ku ew ê ji bo pêkanîna agirbestê danûstandinan bidomînin.

Hemasê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got,

“Ji bo êrişên li dijî gelê me bên rawestandin û li hevkirin bê kirin me tişta pêwîst kir. Lê dewleta dagirker ji şertên peymanê ên ji bo agirbesta mayînde, vegera gel li cih û warê xwe, vekişîna ji Xezayê û pêşwazîkirina pêdiviyên gelê me direve.”

Lubnan: Beriya remezanê dibe ku li Xezayê agirbest pêk were

Serokwezîrê Libnanê Necîb Mikatî jî eşkere kir, dibe ku beriya meha Remezanê li Xezayê agirbest pêk were.

Mikatî ku beşdarî bernameyeke televizyonê bû li ser mijarê axivî û wiha got,

“Li gorî agahiyên di destên me de wê pêşîn li Xezayê agirbest pêk were. Hevdîtinên derbarê eniya Libnanê de jî di meha remezanê de wê bên kirin.

Biden: Peymana agirbestê ya ji bo Xezayê li ser Hemasê maye

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî têkildarî mijara peymana agirbestê ya ji bo Xezayê axivî.

Biden ku duh li Washingtonê derbarê mijarê de bersiva pirsên ronamevanan da wiha got,

“Ev yek niha girêdayî Hemasê ye. Îsraîlî hevkariyê dikin. Daxwazeke maqûl hat kirin. Pêwîstî b agirbestê heye, ji bo vê em gelek hewldanan dikin. Di rojên pêş de wê çi bibe em ê bibînin.”

Ebas û Erdogan li Tirkiyê hevdîtin kirin

Serokê rêveberiya Filistînê Mehmûd Ebas duh serdana Tirkiyê kir û bi serokkomar Receb Erdogan re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de rewşa Xezayê û Şerîa Rojava, her wiha pêkanîna agirbestê hat niqaşkirin.

Piştî hevdîtinê Erdogan û Ebas civîna çapemeniyê li dar xistin.

Erdogan careke din îdia kir ku ji bo garantoriyê ew amadene berpirsyariyê bigirin ser xwe.

Ebas jî bal kişande li ser êrişên Îsraîlê û diyar kir aştî û ewlekarî bi dawîkirina dagirkeriya Îsraîlê pêkan e.

Şerê li Xezayê 151 roj li pey xwe hişt

Back to top button