Nordic Monitor: Têkiliya Erdogan û El-Qaîdê vedigere sala 2012’an

Malpera Nordic Monitor têkiliya Erdogan û El-Qaîdê ku vedigere sala 2012’an belge kir.
Li gorî Nordic Monitor, şandina çeteyên bo Lîbyayê ne tiştekî nû ye.
Her wiha destnîşan kir ku, çekên diçûn ji rêxistina El-Qaîdê li Sûriyê û Lîbayê, bi alîkariya rêxistineke “xêrxwaz a Tirkî pêk dihat.

Şandina Erdogan ji çeteyan ber bi Lîbyayê ve ne tişekî nû ye.

Malpera Nordîc Monîtor a Swêdî bi belgeyên Isitxbaratî ev yek piştrast kir.

Li gorî malperê, rêxistina bi navê “Bin Elî” ya ku radîkalekî Lîbî bi navê “Ebdulezîm Elî Musa bin Elî” wê bi rê ve dibe, bi riya axa Tirkiyê çek û çekdar ji Lîbyayê tanîn Sûriyê.

Di heman wextê de, raporeke Polîsa Tirkiyê ya sala 2012’an ku ji bo bikaranîna navxweyî hatibû amadekirin, têkiliya Erdogan û rêxistina “Bin Elî” eşkere kir.

Li gorî raporê ji bo şandina çek û çekdaran bo Lîbyayê jî, Bin Elî xwedî têkliyeke xurt bi kesê bi navê Fîdai Meczûb re ye.

Ev kes jî nêzî şêweirmendê berê yê Erdogan Ibrahîm Kalin û Sefîr Toran mezintirîn şêwirmendên Serokatiyê ye.

Erka rêxistina “Bin Elî”, pêşwazîkirina çeteyên biyanî ji Lîbyayê bû, da ku wan bighîne Hataya Tirkî ya li ser sînorê Sûriyê.

Nordic Monitor:Şşandina çekan ji bo “El-Qaîdê” bi alîkariya rêxistineke “xêrxwaz” a Tirkî pêk tê

Rapoa navborî diyar dike ku, “Bin Elî” û “El-Meczûb” karê xwe bi serokê rêxistina xêrwaz a Tirkî Hisên Orok û kordînatorê xebatên Rojhilat û Başûrê Alandolê re Serlhedîn Ozer û Fermandarê Artêşa Aazd ê wê demê Mailk El Kurdî re dikirin.

Li gorî Nordîk Monîtor, rêxistina navborî alavekî taybet a MIT’a Tirk e.

Xebata wê jî veguhestina çeteyên El-Qaîdê navbera Sûriyê û Lîbyayê û di hdeman demê de, veguhestina çeteyên DAIŞ’ê yên birîndar ji Sûriyê ber bi Tirkiyê ve ye.

Leave a Reply

Back to top button