Li aliyekî danûstandinên agirbestê li aliyekî şer giran e

Tevî danûstandinên ji bo pêkanîna agirbestê jî şerê li Xezayê bi dijwarî didome.
Di şer û êrişên duh heta îro de gelek kesên din mirin û birîndar bûn.
Filistînê jî ragihand, Îsraîl bi astengkirina alîkariyê hewl dide dagirkeriya xwe mayînde bike.

Li aliyekî dagnûstandinên li ser pêkanîna agirbestê tên kirin li aliyê din jî şerê li Xezayê bi giranî dewam dike.

Di nava 24 seetên derbasbuyî de jî ji ber şer û êrişan bi dehan kes mirin û birîndar bûn.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê balafirên şer yên Îsraîlê avahiyeke li herêma Deyr el Belah ya Xezayê bombebaran kirin.

Di şerê li Xezayê de gelek kes mirin û birîndar bûn

Hat ragihandin di êrişê de 3 kesên din hatin kuştin û hejmareke zêde jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin hêzên Îsraîlê bi top û balafirên şer herêma Xan Yunus û deverên din jî bombebarankirin.

Lê derbarê encama van êrişan de agahî nehatin parvekirin.

Li gorî çapemeniya Filistînê jî balafirên şer yên Îsraîlê li dijî herêma Refahê jî êrişên giran pêk anîn.

Ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve hejmara kesên li Xezayê hatin kuştin 30 hezar 600 derbas kir û zêdeyî 72 hezar kes jî birîndar bûne.

Filistîn: Îsraîl hewl dide dagirkeriya xwe mayînde bike

Rêveberiya Filistînê jî ragihand ku Îsraîl bi astengkirina derbaskirina alîkariyên ji bo Xezayê hewl dide dagirkeriya xwe mayînde bike.

Wezareta Karên Derve ya Filistînê têkildarî mijarê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin;

“Tê dîtin ku Îsraîlê ji bo derbaskirina alîkariyê bi rêya behrê destûr daye lê bi rêya bejahî asteng dike. Îsraîl bi vî awayî hewl dide ku dagirkeriya xwe mayînde bike, Xeza û Şerîa Rojava ji hev veqetîne û gelê me koçber bike.”

Li Xezayê 17 zarok ji ber birçîbûnê mirin

Li aliyê din hat ragihandin ji ber asengkirina derbaskirina alîkariyê ji bo Xezayê xeteriya birçîbûnê jî zêde dibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê eşkere kir ku li nexweşxaneya Şifa ji ber bê xwariniyê zarokeke din jiyana xwe ji dest da.

Her wiha wezaretê diyar kir hejmara zarokên ku ji ber birçîbûnê mirin derket 18’an.

Danûstandinên li ser pêkanîna agirbestê ya li Xezayê

Back to top button