Jinên PYD’yî pêngava ‘Ji qetilkirina jinan re êdî bes e’ dan destpêkirin

Jinên PYD’yî bi daxuyaniyekê pêngava “Ji qetilkirina jinan re êdî bes e” ragihand û bang li hemû jinan kir ku beşdarî pêngavê bibin.

Di demên dawîn de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê taybetî jî li herêmên dagirkirî jimara qetilkirina jinan û tundiyê zêde bûye.

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê bi daxuyaniyekê pêngava sînordarkirina qetilkirina jinan ragihand.

Meclisa Jinan di daxuyaniya xwe de got:

“Di pêvajoya şoreşa 19’ê tîrmehê heta niha jin li Bakur û Rojhilatê Sûrî şoreşek afirandin, ji aliyê siyasî, leşkerî, dîplomatîk û aborî ve hemû jinên cîhanî re bûn mînak.

Tevî vê jî hin zilamên paşverû hîn jî bi navê namûsê jinan dikûjin.”

Meclisa PYD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew têkildarî vê rewşê wekî Meclisa Jinan a PYD`ê pêngava “Ji qetilkirinê re êdî bes e” radigihînin.

Back to top button