”Wê zarokên me yên Meclisa Leşkerî zulma çeteyan li ser me rakin”

Jina bi navê Sebah a ji Minbicê spasiya Meclisa Leşkerî ya Minbicê kir û got:
“Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kurê min rizgar kirin.

Welatiya bi nave Sebah Ebdulkerîm ê ji gundê Ereb Hesekê yê ku di 1′ê Îlonê de bi çekên giran hatibû topbarankirin got :

”Topek li nêzî mala min ket û kurê min ji lingê xwe ve birîndar bû.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê birîna kurê min pêçandin û wî birin cihekî ewle .”

Sebah destnîşan kir ku ew dua ji zarokên xwe yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê dikin ku li hemberî çeteyan bi ser kevin û wiha anî ziman

”Em teqez dikin ku dê zarokên me yên di Meclisa Leşkerî ya Minbicê de vê zulmê li ser me rakin û dê me vegerînin malên me.”

Zarokê bi nave Bekar Şêxedîn (12) yê di êrişê de birîndar bûye got: ” Dema ez birîndar bûm Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tavilê av li rûyê min kirin û birîna min pêçandin û birin cihekî ewle.”

Back to top button