Rojnamevanên ku îfadeya wan a li dozgeriyê temam bû, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de 10 rojnamevan di 25’ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin.
Piştî 4 rojên di binçavan de rojnamevan sewqî Edliyeyê hatin kirin.
Dozger piştî îfadeyê bi 5 saetan biryara xwe eşkere kir.
Dozger Mehmet Gunhanê ku demekê li buroya Enqereyê ya MA’yê stajerî kiribû bi şertê kontrola edlî berda û 9 rojnemevanên din sewqî dadgehê hatin kirin.