Ruba Qewmî: Êrişên dagirkeran me lawaz nakin

4’emîn Kongreya Yekîtiya Jinên Suryan ên Sûriyê li Qamişlo hat lidarxistin. Di kongreyê de li ser girîngiya têkoşîna jinan ya di azadiya jin û civakê de nîqaşên girîng hatin kirin. Her wiha hat diyar kirin ku divê jin li hember her cure êrişan bisekinin û li berxwe bidin. Kongir bi girtina hin encamnameyan bi dawî bû.

Endama rêveber a Hêzên Sotoro Ruba Qewmî jî axivî û da zanîn ku tevlîbûna jinên Suryan di nava hêzên leşkerî de hêz û vîna wê îsbat kir.

Ruba Qewmî îşaret bi êrişên li ser herêmê kir û got: “Herî dawî di êrişeke dewleta Tirk de hevreyekî me şehîd bû, êrişên bi vî rengî me lawaz nakin lê belê me xurtir dikin.”

Her wiha kongir bi encamnemeyekê bi dawî bû.

Di encamnameyê de banga pêkana wekheviya di navbera zayendan de hate kirin û hat gotin: “Bêyî xebata civakî û bêyî beşdarbûna jinan tu maf nayên misogerkirin.”

Li gor encamnameyê biryarên ku di kongreyê de hatine girtin evin:

“Ji bo endamên Yekitiya Jinên Suryan deweriyên perwerdeyê yên rêxistinî, fikirî, leşkerî, hemşîretî werin vekirin.

Li bajarokê Rimêlanê akademiyek û li Tirbespiyê û Dêrikê malên Eşratur werin vekirin.

her wiha ji bo zarokên Suryan kirşe û navendên perwerdeyê werin vekirin.”

Di kongreyê de rêzikname hate erêkirin û sînevîzyonek li ser xebatên 2 salan ên yekitiyê hat pêşandan.

Back to top button