Parêzer Aryan Tûran hat binçavkirin

Endama OHD’ê parêzer Aryen Tûran di Desteya Giştî ya Baroya Îzmîrê daxwaza lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî kir. Ji ber ev daxwaz kir û dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir, hat binçavkirin.

Parêzer Aryen Tûran a di Desteya Giştî ya Asayî ya 2022-2024’an a Baroya Îzmîrê ku 22’yê Cotmehê pêk hat de axivî ..

Aryen Tûran li ser navê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) axaftina xwe kir..

Li vir dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir..

Ji ber ev dirûşme got Aryen hat binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê, têkildarê Tûranê 24’ê Cotmehê dest bi lêpirsînê kir.

Tûrana ku hat binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan ya Îzmîrê.

Parêzerên OHD’ê, ji bo haydarbûna ji rewşa Tûranê, çûn Midûriyeta Polîsan.

Back to top button