Şêniyên Kobanê şehîd Mistefa Kenco oxir kirin

Bi sedan şêniyên Kobanê cenazeyê jî şehîd Mistefa Kenco li Goristana Şehîd Dîcle oxir kir. Şêniyên Minbicê jî cenazeyên du şehîdên Hêzên Asayîşê spartin axê.

Bi sedan şênî li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê tev li merasîma oxirkirina Mistefa Kenco, bûn..

Di merasîman de gelek axaftin hatin kirin ..

Di axaftinan de ev yek hat gotin :

“Heta pêkanîna azadiyê em ê şehîdan bidin.”

Piştre, wesîqeya şehîd radestî malbata wî hat kirin.

Şêniyên Minbicê du şehîdên xwe oxir kirin

Şêniyên Minbicê cenazeyên du şehîdên Hêzên Asayîşê oxir kirin..

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê nasnameyên du şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbic û QSD′ê eşkere kirin.

Li goristanê, efserekî Hêzên Asayîşê bi navê Ehmed Xelef axivî û got:

“Van lehengan di oxira pêkanîna ewlehî û îstîqrarê de canê xwe da.”

Piştre cenazeyên her du şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li goristana şehîdan a Minbicê hate veşartin.

Back to top button