Dorpêça li ser Şehbayê bû sedema mirina 3 zarokan

Endamê rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn Dr.Osman Şêx Îsa diyar kir ku ji ber dorpêça hikûmeta Şamê ya li ser Şehbayê 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Dr.Osman da zanîn rojane zêdeyî 400 koçberên ji Efrînê ji bo dermankirinê diçin Nexweşxaneya Avrînê, lê ji ber kêmbûna derman û alavên tenduristiyê zehmetî tên kişandin.

Dorpêça ku hikûmeta Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye ev 3 sal in dewam dike..

Hikumeta Şamê nahêle derman, alavên tenduristiyê, sotemenî û ard derbasî Şehbayê bibin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê Heyva Sor a Sûrî ya bi ser Hikumeta Şamê ev du meh in rê nade ambulansên din ku nexweşan veguhêzin nexweşxaneyên Helebê.

Ev jî bû sedema ku 3 zarok li Şehbayê jiyana xwe ji dest bidin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê wan kopiyek raporên tenduristî yên her 3 zarokan ku têde sedema mirina wan eşkere dibe bi dest xist.

Li gorî wan sedema mirina zarokan derengmayîna ambulansên Heyva Sor a Sûrî bûn.

Endamê rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn Dr.Osman Şêx Îsa sedema mirina zarokan piştrast kir:

Dr.Osman Şêx anî ziman ku gelek alavên girîng ji nexweşxaneyê kêm e, ev jî bi xwe re zehmetiyan tîne.

Back to top button