Gelê Mexmûrê: Heya têkbirina dijmin, em ê têkoşîna xwe bidomînin

Ji ber vê topbaranê jî şêniyên Wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom û ji wir heta benda kontrolê ya leşkerên Iraqê ya Navçeya Mexmûrê meşiyan û êrîş şermezarkirin.

Di meşê de bê navber bi dirûşmên ‘Bi mire xiyanet’ û ‘Bijî berxwedan Mexmûr’ qîr kirin.

Şêniyên wargehê dan zanîn wan zilm û zora dewleta Tirk qebûl nekirin lewma penaber bûne û teqezkirin ku wê ticarî jî qebûl nekin.

Li ber benda kontrolê piştî rêzgirtinê, ji aliyê Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan daxuyaniyaniyek hat dayîn.

Kaçan êrîşa dewleta Tirk a li Mexmûrê şermezar kir û balkişand li ser bêdengiya NY, Hikûmeta Navendî ya Iraqê û hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk.

Piştî daxuyaniyê şandeyek li ser navê gelê wargehê bi hêzên leşkerî yên Iraqê re hevdîtinek kirin.

Di hevdîtinê de şandeya Mexmûrê ji berpirsên artêşa Iraqê xwestin ku li dijî êrişên dewleta Tirk bi erka xwe rabin û bê helwest nemînin.

Back to top button