Yekîtiya Ereb: Temaşekirina li qirkirina Xezayê ji bo mirovahiyê şerme

Yekîtiya Ereban ragihand ku li Xezayê qirkirin tê kirin û xwest pêşî li êrişên Îsraîlê bê girtin.
Serokkomarê Misirê jî ragihand ku nabe ku agirbesta li Xezayê bê bi paş xistin.
Komara Afrîka ya Başûr jî ji Dîwana Edaletê ya Navnetewî xwest ku li dijî Îsraîlê tedbîrên nû bistîne.

Di asta navnetewî de niqaş û hevdîtinên li ser şerê li Xezayê didomin.

Sekkreterê Giştî yê Yekîtiya Ereb Ehmed Ebû Xeyd di civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ereban a li Qahîreyê de li ser rewşa Xezayê axivî.

Ebû Xeyd diyar kir li dijî gelê Şerîda Xezayê qirkirin tê kirin û wiha got,

“Îsraîl ji bo ku bi gelê Xezayê çok bide danîn birçîbûnê ferz dike û derbaskirina alîkariyan asteng dike. Temaşekirina li rewşa Xezayê li ser navê mirovahiyê şerm e.”

Ehmed Ebû Xeyd diyar kir ji bo pêşî li vê rewşê bê girtin divê pêşî li êrişên Îsraîlê bê girtin û qanûnên mafên mirovan yên navnetewî bên pêk anîn.

Sîsî: Nabe ku agirbesta li Xezayê bê bi paş xistin

Serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî jî ragihand ku rewşa li Xezayê bipaşxistina agirbestê hilnagire.

Sîsî ku derbarê mijarê de li Qahîreyê bi şandeyeke Karên Derve ya Parlementoya Îngilistanê re hevdîtin kir bal kişande li ser şerê li Xezayê.

Sîsî diyar kir rewşa mirovî ya li Xezayê derenxistina agirbestê û çareseriyê zêdetir nikare rake.

Afrîka Başûr li dijî Îsraîlê ji dîwana edaletê a navnetewî tedbîrên nû xwest

Komara Afrîka ya Başûr ji ber birçîhiştina gelê Xezayê, ji Dîwana Edaletê ya Navnetewî xwest ku li dijî Îsraîlê tedbîrên 26’ê Çileyê an biguherîne an jî yên nû bigire.

Di daxuyaniya nivîskî ya Dîwana Edaletê de hate diyar kirin, Afrîka Başûr di doza qirkirinê a ku li dijî Îsraîlê vekiriye de, bi awayekî lezgîn ji Dîwanê xwestiyê ku tedbîrên nû bigire.

Di daxwaza Afrîkaya Başûr de tê diyar kirin Îsraîl li gorî bîryara tedbîrê ya Dîwana Edaletê a Navnetewî ya 26’ê Çileyê tevnegeriyaye û li Xezayê kiryarên xwe yên xeternak berdewam kiriye.

Tedbîrên ku tê xwestin bên girtin ev in;

  • Divê hemû aliyên şer tavilê şer rawestînin û hemû dîl girtiyan berdin.
  • Divê hemû aliyên Peymana Cezakirin û Pêşîlêgirtina Sûcên Qirkirinê berpirsyariyên xwe bi cih bînin û hemû tedbîrên pêwîst bistînin.
  • Hemû aliyên Peymana Qirkirinê divê ji hemû çalakî û bi taybetî çalakiyên çekdarî dûr bisekirin.
  • Divê Îsraîl derbarê birçîbûn û xelayê ya li Xezayê de tedbîrên pêwîst bigire û dawî li şertên xirbab yên jiyana Filistîniyan bîne. Divê operasyonên leşkerî rawestîne û dorpêça li ser Xezayê bi dawî bike.
  • Divê Îsraîl di nava mehekê de derbarê daxwazên tedbîrê yên Dîwana Edaletê ya Navnetewî de raporekê pêşkêş bike.

Benny Gantz bi serokwezîrê Îngilistanê re hevdîtin kir

Endamê Kabîneya Şer ya Îsraîlê Benny Gantz li Îngilistanê bi serokwezîr Rîşî Sûnak re hevdîtin pêk anî.

Hat diyar kirin di hevdîtinê de rewşa li Xezayê, êrişa li dijî Refahê, planên derbarê meha remezanê û daneyên ku dibe li ser Îsraîlê bên pêk anîn hatine niqaş kirin.

Hat ragihandin Gantz di hevdîtinê de diyar kiriye Îsraîl li gorî hiqûqa navnetewî tevdigere û ji Sûnak xwestiye ku ji ber êrişên li dijî Xezayê daneyan li ser Îsraîlê pêk neynin.

Li aliyekî danûstandinên agirbestê li aliyekî şer giran e

Back to top button