Li Qamişlo xwediyê jeneratora taxa Hilêliyê piştgiriya gel dike

Ji ber pirsgirêkên tunebuna Kehrebê malbatên ku ji bo cejnê kulîçe, şêranî û hwd. çêdikin zehmetiyan dikişîn.
Lê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê xwediyên hinek jeneratoran li bajarê Qamişlo piştgirî didin malbata da ku karê xwe bimeşînin.

Yek ji wan jî xwediyê jeneratora li taxa Hilêliyê ya Qamişlo Delîl Hebîb ê ku kehrebeyê dide 150 malbatan.

Delîl biryar daye ku heta cejnê piştgiriya kehrebeyê bide malbatên ku şêranî û hwd.. çêdikin.

Welatiyên ku dixwazin li mala xwe şêraniyê çêbikin, ji Delîl Hebîb çend amperên zêde ku firinên wan bidin şixulandin distînin.

Delîl Hebîb jî li beramberî amperan tu pera nagire.

Delîl Hebîb dibêje:”Ez halê şêniyên taxa xwe dizanim û min xwest bi vê awayî piştgiriya wan bikim”.

Back to top button