KCK’ê ji bo komkujiya Parîsê ya duyemîn daxuyanî da

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî li ser komkujiyê daxwiyaniyek da .
Hevserokatoyê tekez kir ku ev komkujî ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ve hatiye kirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî têkildarî komkujiya li Parîsê daxuyaniyek da.

KCK’ê destpêka daxwiyaniyê hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî bi bîr anîn ..

“Hedefa asasî hevala Evîn bû”

KCK’ê got :

“Hevrêya me Evîn pêşengeke têkoşîna jinê bû.

Li dijî dijminê mêtinger qirker li gelek qadan têkoşiya, şer kir, hebûn û jiyana xwe da vê têkoşînê.

Ji kêliya ku tevlî nava refên azadiyê bû heta şehadetê, her tim têkoşiya.

Eşkere ye ku di vê êrîşê de hedefa esasî hevala Evîn e. ”

“Ev komkujî ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP ve hatiye kirin”

KCK’ê da zanîn ku ev komkujî ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve hatiye pêkanîn û wiha pêde çû:

“Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê bi êrîşa li ser pêşengên têkoşîna azadiyê hewl dide ku DAÎŞ’ê rizgar bike .

Li pişt vê komkujiyê teqez desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst heye.

Ji ber ku hevala Evîn jî li dijî DAÎŞ’ê şer kir , AKP-MHP û MÎT’ê êrîşî wê kirin û şehîd xistin.

Gelê Kurd û dostên wan ji ber ku bi vê rastiyê zanin, bi hesteke xurt a xwedîderketinê tevgeriyan.

Nêzîkatiya dewleta Fransayê komkujiyê ji rêzê nîşan dide..

Vê yekê mîna ku êrîşeke şexsî ye nîşan dide, ev yek nayê qebûl kirin. ”

“Ev komkujî bi pilan hatiye kirin”

KCK’ê diyar kir ku divê Fransayê nekeve nava nêzîkatiyeke bi zanebûn a nixumandina rastiyê û wiha got :

“Helwest Fransayê mîna helwesta komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an de jî hate nîşandan ..

Eger ev nêzîkatî niha jî dewam bike, ev yek wê were wê wateyê ku piştgiriyê dide polîtîkayên qirkirina Kurdan..

Dewlet û hikumeta Fransayê divê van herdu komkujiyên li Parîsê bi rengekî rast binirxîne û rastiyan raxin pêş çavan.

Mîna komkujiya 9’ê Çileyê ev komkujî jî bi plan hatiye kirin. ”

KCK’ê dawiyê tekez kir ku gelê Kurd û dostên wan wê tola şehîdan hilînin û bi çalakiyên xwe ji komkujiyan re bibin bersiv ..

Back to top button