HPG: Artêşa dagirker Rojhilat û Rojavayê Zapê vekişiya

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker ji gelek qadên li rojava û rojhilatê Zapê vekişiya û got,
“Ev encama dîrokî nîşaneya xurtbûna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ye, nîşaneya têkçûna artêşa Tirk e.”

Dewleta Tirk a dagirker li hember berxwedaniya gerîla ya Zapê têkçû û xwe paşevekişand.

Têkildarî mijarê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û got:

“Artêşa dagirker di 8 mehên borî de li hember gerîla her cûre teknîk, çek bikaranî lê nikarîbû encam bigre, di encam de xwe li gelek deverên Zapê vekişand.

Taybet Piştî ku di 5’ê Kanûnê de li Qada Berxwedanê ya Sacayê serdarek û hin payebilind hatin cezakirin,

Artêşa Tirk piştî vê çalakiyê xwe ji lûtkeya çiyayê Kurojahro, gundê Saca yê ser bi nehiya Şêladizê ya Amediyê û derdora wê, Girê Fm, Girê Hekarî yên rojavayê Zapê xwe vekişand

Girê Şehîd Sîan û Dola Şehîd Kuncî cihê ku serdar lê hate cezakirin û quntarên vê qadê yên li herêma Zapê, xwe vekişand.

Artêşa Tirk her wiha ji hemû eniyên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî reviya, ku li vê qadê bi fermana Hûlûsî Akar cenazeyên leşkerên xwe şewitand.

Artêşa Tirk di 11 û 12’ê Kanûnê de ji girên Qadên Girê Cûdî, Şehîd Kendal, Şehîd Şîlan, Şehîd Çekdar, Şehîd Baxtiyar, Şehîd Savuşka û Şehîd Leşker, di bin derbên giran ên gerîla de vekişiya.”

HPG: Ev encama berxwedaniya Gerîlayên fedaî ne

Navendê de berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker ku dixwest Girê Cûdî jî dagir bike û lê li wir jî nikarîbû bi cih bibe, bi panîk reviya gelek alavên xwe jî li pey xwe hiştin.

Navendê gotina fermandariya xwe bibîr xist û got: An wê vekişin biçin, yan jî wê bimirin. Ti rê ji leşkerên dagirker re nîne.

HPG’ê diyarkir ku ev encama dîrokî nîşaneya xurtbûna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ye, nîşaneya têkçûna artêşa Tirk e. Di heman demê de nîşaneyeke cidî ya şikestina bingehîn a dewleta Tirk a dagirker e.

Back to top button