Li Îtalyayê bi hezaran kes ji bo Rêber Apo hatin ba hev

Li îtalîya yê bi hezaran kes ji bo Rêber Apo hatin gel hev.
Radio Onda d’urto ev 31 sal in li bajarê Brescia yê Îtalyayê bi awayekî rêk û pêk çalakiyê li dar dixe û çalakî 18 rojan berdewam dike.
Îsal jî ew çalakî ji bo Rêber Apo hat lidarxistin.

Di çalakiya îsal de tiştekî nû hate kirin û ji bo azadiya Rêberê Apo û parastina mafên azadiyê yên gelê kurd rojeke taybet hate veqetandin.

Di çalakiyê de tecrîda li ser Rêber Apo hate şermezarkirin.

”Dê têkoşîna me ya ji bo Abdullah Ocalan bidome”

Berpirsyarê Buroya Enformasyonê ya Kurdistan-Îtalyayê Yilmaz Orkan di çalakiyê de axivî û wiha got:

“Tu agahî ji Rêber Apo û hevalên li gel wî nayê girtin.

Di serî de dost û hevalên xwe yên Îtalî, banga me ji bo her kesî ew e ku ji bo Rêber Apo tev li têkoşînê bibin.”

Piştre jî nivîsakara îtalî Zero Calcare axivî:

Abdullah Ocalan demekî dirêj e di girtîgehê de ye. Ocalan Rêberê gelekî ye.

Divê ew fîzîkî êdî azad bibe. Ji bo vê jî divê em piştgiriyê bidin kurdên ji bo azadiya wî têdikoşin.”

Piştî axaftinan, koma muzîkê ya îtalî OUNK û koma muzîka rockê Gli Ultima derketin ser dikê.

Back to top button