Rêveberiya Xweser: Sûcdar wê bê ceza nemînin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyanekê şehîd xistina şêx El-Metşer Hemûd Cedan El-Hefel şermezar kir, û diyar kir ku hedefkirina şêxê eşîra El-Igêdat a Dêrazorê, pêkanîna daxwaz û ajandeyên xerab û derxistina fitneyê di nava pêkhateyan de ye.

Li Dêra Zorê şaneyên terorîst li Dêra Zorê 2’yê vê mehê êrîşî şêxên eşîra Igêdat kirin.

Şêx El-Metşer Hemûd Cedan El-Hefel tevî şofêrê wî şehîd xistin û şêx Îbrahîm El-Hefeê birîndar kir.

Di vê derbarê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê de sersaxiyê ji şêniyên eşîra El-Igêdat û ji malbata El-Hefel re û selametiyê ji şêx Îbrahîm El-Hefel re xwest.

Rêveberîyê di daxuyanî de ev êrîş şermezar kir û diyar kir ku hin aliyên dijberî projeya Rêveberiya Xweser dixwazin rêveberiyê û hêzên QSD`ê bi vê karê terorî tewanbar bikin.

Rêveberî piştrast kir ku ev yek hedefgirtina hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û hewldaneke têkçûyî a têkbirina jiyana hevbeş û biratiya gelên Sûriyê ye, di heman demê de ji bo xirabkirina ewlehî û aramiya herêmê ye.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku bi hêzên xwe yên leşkerî û ewlekariyê dê van şaneyên terorê li herêmên xwe tune bikin.

Rêveberiya Xweser soz da şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê xebatên xwe de yên li ser esasê yakitiya pêkhateyan berdewam bike û nehêle ev kiryarên tirsonek wê bê ceza nemînin.”

Back to top button