Fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê têkildarî 8’ê Adarê daxuyanî da.
HPJ’ê destnîşan kir 8’ê Adarê ku roja îro em wekî ‘Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê’ bi bîr tînîn û bi xwedîderketinek pir mezin em pîroz dikin.
HPJ’ê diyar kir ku wê 8’ê Adarê di navbera jinan de bibe pir û mohra xwe li sedsala 21’emîn bide
Tevgera jinên azad ku ji jinên cîhanê re bûye sembol û model, jin pêşengtiya wê dike.
Têkoşîna me jî vê eşkere dide xuyakirin ku textê pergala mêrên serwer ê desthilatdar diheje. Mîmarê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Rêber APO ye.
Di daxuyaniya xwe de Fermandariya HPJ’ê da zanîn ku pergala mêrên serwer ê desthilatdar ji hêz û yekgirtîbûna jinan gelekî ditirse û wiha anî ziman:
Em ê azadiya xwe bi têkoşîn, yekgirtîbûnek mezin bi destê xwe bi dest bixin.
Bi vî rengî em ê bikaribin bi rengê jinan ve cîhanê jî ber bi azadiya rasteqîn ve bikişînîn. Jin Jiyan Azadî; wê ev dirûşm bibe reçeteya azadiya jinan.